Paşgir
[biguhêre]-î
- Paşgirek e pê navdêr ji rengdêran tên çêkirin.
- qencî (qenc+î), xirabî (xirab+î), sorî (sor+î)
- Paşgirek e pê rengdêr ji navdêran tên çêkirin.
- avî (av+î), bajarî (bajar+î), zîvî (zîv+î)
- Paşgirek e pê formên tewandî yên navdêrên zayendnêr ji formên wan yên netewandî tên çêkirin.
- gundî (< gund+î): Ez çûm nav gundî.
- Hesenî: Hesenî av da me.
- Paşgira kesî li gel cînavê duyem yê yekhejmar (tu).
- dibêjî (tu dibêjî), dixwî (tu dixwî)
- Paşgirek e pê navên zimanan ji navên gelan tên çêkirin.
- kurdî (kurd+î), erebî (ereb+î), îngilîzî (inglîz+î)
- (ya/yê/yên) wê/wî:
- serî (serê wê/wî), destî (destê wî/wê)
- (devokî) paşgira kesî li gel cînavê duyem yê yekhejmar (ew)
- ew dibêjî (ew dibêje)
Herwiha
[biguhêre]Bi alfabeyên din
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Binêre herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]- 1. Tu ... -î
- Ji proto-hindûewropî *h₁ésti (ji *h₁es-), proto-îranî esî, hevreha î, yî û -yî yên kurmancî, ـی (-î), soranî ـی (-î), pehlewî û partî -êh, ermenî ես (es), slaviya kevn єси (êsi), latînî es (fransî es), lîtwanî esi... Herwiha -im, -e û -in jî ji heman rehê *h₁es- yê proto-hindûewropî ne. Bo guherîna S bi H binêrin heft û bo ketina H ji dawiya peyvê bidin ber fireh / fire, kurmancî deh û soranî de.
- 2. çêkirina rengdêran ji navdêran
- Ji zimanên îranî, hevreha soranî ـی (-î), farisî ـی (-î), pehlewî -îg, belkî hemû ji proto-hindûewropî *-ikos, hevreha sanskrîtî कस (-kas), slavoniya kevn -ъkъ (-iki), latînî -icus, îngilîziya kevn -ig, îngilîzî -y.
- 3. paşgira çemandinê
Hevreha -ê, soranî ـی (-î), ـی (-i), pehlewî -ê, farisiya kevn -ehye, avestayî -ehie ji zimanên îranî.
Werger
[biguhêre]Paşgir
[biguhêre]-î